Herêma Kurdistanê Gişt Maynên Dijê Kesan Ji Nav Dibe

12:45 - 20 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Li gor rêkevtinnameya Utawa, biryar e Hikûmeta Herêma Kurdistnê û hikûmeta Iraqê gişt maynên çandî ên dijî kesan ji nav bibin û hemû meydanan ji maynan paqij bikin.

Rêveberê Dezgeha Giştî ya Karûbarên Maynan li Herêma Kurdistanê Ako Ezîz, ji malpera Peyamnêr re ragihand: “Li gor made û bendên nava peymannameya Utawa, diviya hikûmeta Iraq û Kurdistanê gişt meydanan ji maynên çandî ên dijî kesan paqij bikin, lê li gor zirûfa heyî li Iraqê de, renge ew madeya bi wan nêzîkan nehê cîbicîkirin.
Navbirî herwiha zêde kir ku li Kurdistnê de beşek zêde ji zewiyan bi maynan hatine çandin û piraniya wan jî ketine bin çiya yan li nav çiyayan de.

Hikûmeta Iraqê sala 2007-an bû endamê saziya navnetewî Utawa ya dijî maynan û gişt biryarên wê qebûl kiriye.