Her Meh 13 Jin Bi Sedema Bengdariyê Canê Xwe Ji Dest Didin

14:44 - 12 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Mecîd Ebherî, mamostayê zanîngehê û xesarnasê civakî dibêje ku ligor serjimêriyên berdest ji 10 mehêm derbazbûyî ve heta niha her meh 10 jin bi sedema bikaranîna madeyên sirker canê xwe ji dest didin.

Mecîd Ebherî di hevpeyvînekê de ligel nûçegihaniya Fars herwiha dibêje: \"di vê pêwendiyê de parêzgehên Tehran, Îsfehan û Fars di vê derbarê de li pileyên herî serê de ne û bi giştî li 7 mehên derbazbûyî de 2500 kes bi sedema bikaranîna madeyên sirker canê xwe ji dest dane ku 130 kes ji wan jin bûne.\"