Her Heftî 20 Jin Li Herêma Kurdistanê De Xwe Dişewitînin

12:24 - 22 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Li gor rapra Saziya piştevanîkirin ji mafê jinan li Herêma Kurdistanê de, li salên borî de heta niha, xwekujiya jinan li Herêma Kurdistanê de jorde çûye bi awayekê ku di 3 salên derbazbûyê de 1012 kesan xwe şewitandine.


Li gor serjimêriyên “Rêveberiya Xebat Dijî Tundûtûjiya Hember Jinan, li sê salên derbazbûyî de jimareyek zêde ji jinan li Herêma Kurdistanê de yan hatine neçarkirin ku dest bidin xweşewitandinê yan bi xwe ew kar kirine, ku piraniya wan canê xwe ji dest dane.

Li gor zaniyarên vê navendê, kûrahiya vê bûyerê ew qas zêde ye ku bi awayek navincî heftiyê 20 jin li Herêma Kurdistanê de dest didin xweşewiandinê ku aliyê kêm 18 kes ji wan canê xwe ji dest didin.

Her di vê pêwendiyê de Arî Refîq, berpirsa Rêveberiya Xebat Dijî Tundûtûjiya hember jinan ji bo malpera Awêne gotiye: “ Diyardeya xweşewitandina jinan li Herêma Kurdistanê de bi qasek e tu civînek û sîmenarek nikare dawî pê bîne.”