Heqdesta 5 mehan a kedkarên bajarvaniya Îlamê nedanê

18:43 - 10 Îlon 2021

Tevî bilindbûna enfilasiyon û nirxa hewcehiyan li Kurdistanê, kedkarên bajarvaniya Îlamê heyama 5 mehan e ku perê heqdesta xwe vernegirtine û vê yekê jiyana wan kedkaran dijwartir kiriye.

Berpirsê Bajarvaniya Îlamê, “Xaliq Mensûrî” tevî pişrastkirina paşkevtina perê heqdesta 5 mehan a kedkarên wê bajarvaniyê gotiye: “Perê wan kedkarên bajarvaniyê ji aliyê wan kompaniyên ku digel wan girêbest hene, 5 mehan in ku nedane”.

Herwisa “Xaliq Mensûrî got: “Rastî ev e ku perê kedkarên xizmetkarî û keskatiya bajar bi kompaniyan nehatiyedan û bo dabînkirina perê wan kedkarane 2 milyon û 700 hezar Tumen hewceye lê dabînkirina wî pereyî bo bajarvaniyê giran e.

Pêka gotina “Xaliq mensûrî” bilî paşketina heqdesta 5 mehan a wan kedkaran, heta beşek ji wan kedkaran perê heqdesta xwe ya sala 1390an a Rojî jî vernegirtine.

Berê jî li meha Cozerdana Îsal, tevî bi paşketina perê sê mehan ya kedkarên bajarvaniya Îlamê, berpirsên pêwendiyên giştî yê bajarvaniyê gotibû: “bi Paşketina perê wan kedkarane li stuyê bajarvaniyê nîne û ew li stuyê xwediyê kompaniyan e”.