Hepsiyên siyasî di girtîgeha Urmiyê de ji mirexesiyê bê parin

11:53 - 4 Adar 2020

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de, heya niha jî hepsiyên siyasî ji dana mirexesiyê bê parin.

Çavkaniyeke aghedar di girtîgeha bajarê Urmiyê de bi Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”yê re daye zanî, ku dadwerê çavdêr ê girtîgehê bi hêncetên cuda ji dana mirexesî bi herpsiyên siaysdî re xwe diparêze.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Ew kiryara dadwerê çavdêr ê girtîgehê, rastî nerizayetiya tûnd a hepsiyên siyaysî û malbatên wan hatiye”.

Wê çavkaniyê di berdewamiyê de got: Bona dana mirexesî bi hepsiyên siyasî re daxwaza barimteyên giran dikin, ku hin kes ji wan hepsiyên siyasî bi sedema kirîza ku heye û nebûna darayiyeke baş, nikarin wan barimteyên giran danên.

Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê di Îran û Kurdistanê de, Serokê Dadweriya Îranê, di bexşnameyekê de bi tev navendên Dadwerî re ragihandiye ku, heya 15`ê Xakelêweya sala 1399`an, bi awayên danina barimteyê, mirexesî bi hepsiyan re bê danê, lê ew bexşnameye bo ew hepsiyên ku cezayên wan bi 5 salan zêdetir be ji xwe nagire.