Hepsiyekî siyasî yê Kurd ji mafê mirexesiyê hate bêparkirin
Hepsiyekî siyasî yê Kurd bi navê “Arif Mihemedi”, kurê “Mewlûd”, 33 salî û xelkê gundê “Bawan” a girêdayê devera “Mirgewer” a bajarê Urmiyê, di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de, ji mafê mirexesiyê hate bêparkirin.
Ew hepsiyê sîyasî yê Kurd, di 10`ê Pûşpera îsal de, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, hate binçavkirin û piştî 21 rojan ragirtin di oda tekekesiyê de, bo benda 12 a girtîgeha Urmiyê, hate veguhastin.
Navendên ewlehî di heyama binçavkirina wî de, pêşî ji berdana demkî a wî girtiyê siyasî yê Kurd bi danîna barmiteyê girtine.
“Arif Mihemedî”, di 12`ê Gelawêjê de, di taya 2 ya dadgeha Înqilab a Urmiyê de, bi berpirsayetiya dadwer Şêxlû ve hate dadgehîkirin, û cezaya 5 sal hepsa te`izîrî bi ser de hate sepandin, lê ew ceza di taya 13 a dadgeha pêdeçûnê de, bi 2 sal heps hate kêmkirin, û di Xezelwera Îsal de, bi awayekî fermî ev cezaye jêre hate ragihandin.