Hepsiyekî siyasî yê Kurd ji girtîgeha bajarê Merîwanê hate azadkirin

17:50 - 23 Çirriya paşîn 2020

“Biryar Kawe”, hepsiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Nê” yê ser bi bajarê Merîwanê, bi awayekî mercdar ji girtîgeha wî bajarê hate azadkirin.

Rêkevta 6ê Banemer a îsal, ew hepsiyê siyasî yê Kurd bi danîna barimteyê, bo heyama 10 rojan îzna murexesiyê pê hatibû dabûn.

Ew hepsiyê siyasî roja Çarşemî 2ê Rêbendana sala 1398an, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.

Dawiya meha Reşemeya sala 1397an, dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê ew welatiyê Kurd bi tohmeta “endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 5 sal hepsa teizîrî ceza dan û ew cezaye jî li dadgeha pêdaçûn ya bajarê Sineyê, cezaya wî ji 5 salan ve bo 2 sal hepsa teizîrî hate kêmkirin.

Roja Pêncşemî 26ê Rezbera sala 1397an, “Biryar Kawe” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî 32 roj ji binçavkirina wî li girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê, roja Yekşemî 27ê Xezelwera heman salê bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.

“Biryar Kawe” roja Duşemî 28ê Xezelwera sala 1397an, bi danîna barimteyê heya dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.