Hepsiyekî siyasî ji mafê vergirtina mirexesiyê hatiye bêparkirin

16:38 - 10 Çirriya paşîn 2020

Berpirsên girtîgeha Bender Ebasê digel daxwaza mirexesiya “Tehsîn Pîrûzî”, hepsiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Serdoş” ê ser bi bajarê Merîwanê, dijberî dikin.

Pêka gotina çavkaniykî agehdar, ew hepsiyê siyasî yê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê wergirtina mirexesî û destpêregihîştin bi parêzer bêpar kirine.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Berpirsê girtîgeha Bender Ebasê li dema belavbûna vîrûsa Koronayê, digel mirexesiya “Tehsîn Pîrûzî” dijberî kiribû.

“Tehsîn Pîrûzî” sala 1398an ji girtîgeha bajarê Merîwanê bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin û piştre bo girtîgeha Bender Ebasê hatibû dûrxistin.  

Meha Reşeme ya sala 1397an, ew hepsiyê siyasî yê Kurd ji aliyê dadseraya nîzamî a bajarê Merîwanê ve bi tohmeta “sîxurî û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 15 sal heps û veguhastina navbirî bo girtîgeha Benderebasê hatibû cezadanê.  

Ew welatiyê Kurd di binkeya leşkerî a gundê “Serdoş”ê de serbaz bû û rêkevta 24ê Rezber a sala 1397an, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha hikûmî a wî navendê hatibû veguhastin.