‌Hepsiyekî siyasî ê Kurd li girtîgeha Merîwanê bo girtîgeha Sineyê hate veguhastin

12:50 - 3 Nîsan 2020

Roja Pêncşemî 14`ê Xakelêwe, “Tehsîn Dadres”, hepsiyê siyasî ê Kurd û xelkê gundê “Serdoş” a ser bi bajarê Merîwanê, di girtîgeha wî bajarî de bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke aghedar, ew hepsiyê siyayî ê Kurd bi sedema wê ku hevkarî digel navendên hikûmetî ret kiriye, ji aliyê Cihgirê Berpirsê Îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê ve ketiye bin givaşan.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Çendîn car e ku berpirsên îdareya Îtila`atê digel çûna wî hepsiyê Kurd bo mirexesî dijayetiya kirine.”

Ew hepsiyê siyasî ê Kurd, sal 1397`an bo derbaskirina hepsiya xwe bo girtîgehê hatibû veguhastin û di wê heyamê de, ji mafê mirexesiyê bêpar bibû.

Êvara roja Pêncşemî a 9`ê Sermawez a 1396`an, “Tehsîn Dadres”, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibûm binçavkirin û piştî heftiyekê li ser binçavkirina navbirî de bo îdarteya Îtila`ata bajarê Sineyê veguhastibûn.

Navbirî, meha Gelawêj a sala 1397`an, di dadgeha destpêkî de, bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îran”,  bi 11 sal hepsa te`izîrî û piştre  ew cezaye di dadgeh pêdaçûne a bajarê Sineyê de, bi 6 sal hepsa te`izîrî hate guherîn.

“Tehsîn Dadres”, hepsiyê siyasî ê Kurd, di dema binçavkirinê de, li destpêragihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.