Hepsiyekî siyasî ê Kurd di girtîgeha bajarê Bokanê de hate azadkirin

18:41 - 19 Nîsan 2020

Hepsiyekî siyasî ê Kurd yê bi navê “Husên Mehmûdî” piştî lêxweşbûna nû ya dezgeha dadweriyê, di girtîgeha bajarê Bokanê de hate azadkirin.

Ew hepsiyê siyasî di rêketa 26`ê Banemera sala 1396`an ji aliyê hêzên leşkerî ve hate binçavkirin û piştî mehek di girtîgeha îdareya Îtila`atê de bo girtîgeha bajarê Bokanê hate veguhastinê û piştre bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, sala 1397`an ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Bokanê ve, bi tometa “endambûn di gel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 3 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan û meha Rezbera a wî salî bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.

“Husên Mehmûdî” piştî lêxweşbûna nû ya dezgeha dadweriyê, roja Şemî 23`ê Xakelêwe, li girtîgeha bajarê Bokanê hate azadkirin.