Hepsiyekî siyasî di girtîgeha bajarê Urmiyê de tûşî vîrûsa Koronayê bû

13:04 - 12 Gulan 2020

Hepsiyê siyasî yê Kurd, “Mihemed Şerîf Salim Dîzecî”, di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de tûşî vîrûsa Koronayê bû.

Ew hepsiyê siyasî, xelkê “Dize” ya “Mirgewer” a girêdayê bajarê Urmiyê ye û bo nexweşxaneya “Taliqanî” hatiye veguhastin û di li jêr çareseriya pizîşkî de ye.

Yek ji kesên nêzî wî hapsiyê Kurd, di hevpeyvîna xwe ya digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”ê de bas kir ku rewşa tenduristiya wî baş e.

Ew welatiyê Kurd ji aliyê taya 2 a dadgeha înqilab a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer “Elî Şêxlû”, bi 5 sal hepsê hatibû cezadan.

Dadgeha înqilab a bajarê Urmiyê, ew welatiyê Kurd bi tohmeta “Endamê yek ji Partiyên Kurdan yên opozîsiyona hikûmeta Îran”ê ceza dabû ku pêka madeya 499 a yasaya cezadan a Îslamî, bi 5 salan heps hatibû cezadan.

Cezayê 5 sal hepsa wî welatiyê Kurd di taya 1 a dadgeha pêdeçûn a Urmiyê de, bi 3 salan hepsê hatibû kêmkirin ku roja Yekşemî, 8`ê Befranbara sala 1398`an di girtîgehê de bi wî hepsiyê Kurd re hatibû ragihandin.

Ew welatiyê Kurd, di roja 1`ê Rezbera sala 1398`an de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan lêpirsîn di girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê de, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.