Hepsiyekî olî ji mafê wergirtina murexesiyê hatiye bêpar kirin

17:14 - 4 Çirriya paşîn 2020

Hepsiyêkî olî yê bi navê “Tofîq Ebdulahî” kurê Husên yê temen 34 salî û xelkê bajarê Mihabadê, li girtîgeha bajarê Urmiyê ji mafê wergirtina murexesiyê hatiye bûparkirin. 

Pêka gotina çavkaniykî agehdar di girtîgeha bajarê Urmiyê de, ew hepsiyê olî çencara daxwaza murexesiyê kiriye, lê berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê, daxwaza wî hepsiyê red kirine.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê herwisa digel daxwaza veguhastina wî hepsiyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Mihabadê, dijayetî kirine.

Ew hepsiyê olî di rêkevta 18`ê Gelawêj a sala 1395`an, bi tohmeta “çalakiyên olî” bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirn û bo heyama 120 rojan di odeya kite kesî a îdareya Îtila`at ya bajarê Urmiyê de, ragirtibûn.

Ew hepsiyê li taya lêkolîn a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê tohmeta wî pêre ragihandine û li taya yek ya dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, bi serokayetiya dadver “Çabok” bi tohmeta “hevldan dijî tenahiya netevî, (mofsêd fîl erz) û endambûn degel girupên Îslamî” bi 15 sal hepsa te`izîrî hatiye cezadan.