Hepsiyekî Kurd li sêdarê rizgar bû

12:19 - 22 Nîsan 2020

Hepsiyek Kurd ê bi navê “Husên Heyderî”, bi hewla çalakvanê medenî û welatiyan li sêdarê rizgar bû.

Piştî wergirtina rizamendî ji malbata kuştî, cezayê ku îdam bû, guherî bi diye û bi dana diyê, ew hepsiye ji îdamê rizgar bû.

Husên Heyderî, bi tohmeta “kuştina bi zanebûn”, roja Sêşemî, 2`ê Banemer, bo cîbicîkirina hikmê xwe, bo oda takekesî a bajarê Seqizê hatibû veguhastin.

Dezgeha Qezayî ya hikûmeta Îranê, ew hepsiyê Kurd bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” bi îdamê ceza dabû.