Hepsiyekî Kurd bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin

12:37 - 28 Adar 2020

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Rasiq Qizilbaş” ku di 4`ê Reşeme a sala 1398 an de ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin, piştî 2 heftî lêpirsîn li girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran di bajarê Urmiyê de, bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiyê xelkê Urmiyê, piştî 3 heftî ragirtin di bendên “Telaş” û “Emin” a girtîgeha Urmiyê de, li roja Înê 8`ê Xakelêwe, bo benda hepsiyên siyasî hate veguhastin.

Hêzên Îtila`atê, ew welatiyê Kurd, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên opozîsiyona hikûmeta Îran”ê hatibû binçavkirin.