Hepsiyekî Kurd bi tawana “qetlê” li girtîgeha bajarê Mihabadê hate îdamkirin

18:06 - 7 Kanûna pêşîn 2020

Îro Duşemî 17ê Sermawezê, cezaya îdama “Kemal Esxerî”, hepsiyê ku bi tawana “qetlê” hatibû binçavkirin, li girtîgeha bajarê Mihabadê hate cîbicîkirin.

Ew hepsiye yek ji tawanbarên dosiya “qetla” Sadiq Bermekî bû û Danyal Dîwanîazer jî duhemîn tawanbarê wê dosyayê ye û metirsiya îdamê li ser navbirî jî heye.

“Danyal Zeynelabidîn” sêhimîn tawanbarê dosiya “qetla” Sadiq Bermekî, roja Pêncşemî 14ê Xakelêweya îsal li girtîgeha bajarê Miyanduavê hatibû kuştin.

Dosiya tawanbarên “qetla” Sadiq Bermekî, meha Sermaweza sala 1397an piştî piştrastkirina wê cezayê li dîwana bilind a welat, bo yekeya cîbicîkirina tawanên dadgusteriya bajarê Mihabadê hatibû şandin.

Meha Cozerdana sala 1397an, “Kemal Esxerî, Danyal Dîwanîazer û Danyal Zeynelabidîn” li dadgehê bi îdamê hatibûne cezadan û çaremîn tawanbarê wê dosiyê bi 10 sal heps hatibû cezadan.

Meha Xermanan a sala 1396an, “Kemal Esxerî, Danyal Dîwanîazer û Danyal Zeynelabidîn” digel kesekî din bi tawana “qetla” Sadiq Bermekî ciwanê xelkê bajarê Mihabadê, hatibûne binçavkirin.