Hepsiyekî di girtîgeha bajarê Urmiyê de ji jidarvekirinê rizgar bû

17:01 - 25 Kanûna Paşîn 2020

Girtiyekî tawanbar bi guştina “bizanebûn” yê bi navê “Esxer Derwîşzade” kurê Mihemed Selîm, xelkê gundê “Dêleder” a ser bi devera Enzel a Urmiyê, bi lêxweşbûna malbata guştî, ji sêdareyê rizgar bû.

Malbata guştî rizayetnameya xwe bo rizgariya wî welatiyê Kurd ji îdamê, dabûne dadgehê.

Çend sal beriya niha, ew hepsiye digel du birayê xwe di şerekî bi kom de, bi tawana guştina du welatiyên din ku bira bûn, bi îdamê hatibûne cezadan.

Roja çarşemî 25`ê Befranbarê, berpirsê girtîgeha Urmiyê, cezaya darverkirina du welatiyên Kurd yên xelkê gundê “Dêleder” a devera Enzela a ser bi bajarê Urmiyê, yên bi navên “Daryûş û Daniş dervîşzade” di girtîgeha wî bajarî de cîbicî kir.