Hepsiyek di girtîgeha bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da

18:05 - 29 Şibat 2020

Roja Înê 9`ê Reşeme, hepsiyek bi navê “Ferîq Mihemedî”, yê temen 47 salî, xelkê devera Deştebêl a ser bi bajarê Şinoyê û rûniştiyê bajarê Urmiyê, bi sedema xirabiya rewşa tendirustî ya wî di yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Ew girtiye ku heyama 6 sala bû ku, di benda revandermanî a girtîgeha bajarê Urmiyê de bûye, bi sedema xirabiya rewşa tendirustî ya wî bo nexweşxaneya derveyê girtîgehê hatibû veguhastin.

“Ferîq Mihemedî”, 6 sal beriya niha bi tohmeta “kirîn û firoştina madeyên hişber” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi hepsa heta hetayî hatibû cezadan û piştre ew cezaye bo 25 sal hepsa te`izîrî hatibû kêmkirinê.