Hepsiyek bo odeya take kesî hate veguhastin

18:24 - 16 Tebax 2020

Serê sibeya Îro Yekşemî 26`ê Gelawêj, “Erselan Yasînî”, ku tohmeta “kuştin”ê li sere, di benda şêvrmendy a girtîgeha bajarê Urmiyê de ye, bo cîbicî kirina cezaya îdam kirina wî bo odeya take kesî hate veguhastin.

Ew hepsiye xelkê bajarê Neqedê ye û zêdetir ji 10 salan berya niha navbirî bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin.

Ew hepsiye ji aliyê dezgeha dadweriyê bi “Qisas” (Îdam) hate cezadan û di heyama 10 salên derbas bûyî de, di girtîgeha bajarê Urmiyê de bû.