Hepsiyek bi tawana “kuştina bi zanebûn” di girtîgeha bajarê Sineyê de hate îdamkirin

19:01 - 27 Nîsan 2020

Sibêdeha îro Duşemî 8`ê Banemer, hepsiyek bi navê “Keywan Ellahmuradî” xelkê gundê “Bilwanava” a ser bi bajarê Dêwulanê, bi tawana “kuştina bi zanebûn” di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de hate îdamkirin.

Ew hepsiye sê sal beriya niha, di dema şer û şerê dewkî de, welatiyekî xelkê bajarê Qurweyê yê bi navê “Îmad Xalidiyan” kuşt.

Ew welatiyê îdamkirî, piştî binçavrkirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, ji aliyê dadgeha “keyferî” a 2 ya bajarê Sineyê ve, bi tawana “kuştina bi zanebûn” bi îdamê hatibû mehkûmkirin.

Ew hepsiye piştî heyamek di girtîgeha bajarê Qurweyê de bo girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

“Keywan Ellahmuradî” xudanê mal û xwediyê zarokekê ye.