Hemwelatiyekî Kurd li Çaldêranê hat binçavkirin

14:14 - 30 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Bi binçavkirina wî hemwelatiyê Kurd re, hejmara kesên binçavkirî li parêzgeha Urmiyê (di vê hefteyê da) gihîşt bi 4 kesan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, beriya niha bi çend rojan welatiyê Kurd yê bi navê Mecîd Qolîzade ê 32 salî li Çaldêrana Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlekarî yên ser bi hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat binçavkirin.

Çavkaniyeke agah ya nûçeyan vê derbareyê de peyamnêrê Kurdpa re got: Ew welatiyê Kurd bi tometa endambûn di partiyeke opozisyona hikûmeta Îslamiya Îranê de hatiye girtin.

Wê çavkaniyê herwiha bilêv kir ku Mecîd Qolîzade xwendekarê beşa hiqûq ya zanîngeha Tehranê bûye û bi çendîn car bi tometa rexnegitin ji parlamenterên Kurd li parleman (meclês) a Îranê hatiye binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin û cihê veguhestina wî hevwelatiyê Kurd zaniyariyek bidest neketiye.

Hêjayî gotinê ye li hefteya derbasbûyî jî 3 hemwelatiyên Kurd yên binavên Pêjman Mamedî û Muherem Êlxanî li Selmas (Dîleman) û Osman Îsmaîlî jî li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, bi sedemên nediyar û bê çarenûs hatine binçavkirin.