Hemwelatiyekî Ereb li Îranê bûye armanca gulleyên hêzên Polîsan

23:36 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Di encama teqeya polîsê Îranê li bajarê “Eselûyê” de, ciwanekî Ereb jiyana xwe ji da.

Li gorî raporên belavbûyî, di encama êrîşa polîsên Îranê bo ser bajarê “Nexil Teqî” ya giriyêdayî bi parêzgeha “Boşêhêrê”, hejmarek hemwelatiyên Ereb hatine kuştin û birîndar kirin.

Di bûyera bajarê “Eselûyê” de, ciwanekî Ereb bi navê “Xelîl Baqrî” bi sebeba teqeya rasterast ya polîsan jiyana xwe jidest da.

“Yûsif Binî Ereb” yek ji çalakvanê naskirî yê Ereb e ku, li tora civakî ya Facebookê de ragehandiye ku: “Hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê cejina neteweyî ya Ereban kirine cejna xwîn rêjandinê.

Herwiha navbirî di doma axavtinên xwe de bas ji birînda bûna 5 hemwelatiyên din ên bê tawan bi destê hêzên çekdar yên Hikûmeta Îslamî ya Îranê, kir.

Zaniyaryên di derbarê vê bûyerê de basi vê yekê dikin ku, “Xelîl Baqirî” ji bo anîn hindek kelopelên taybet ên xwe, serdana cihê bûyerê kiriye, û her li wir digel polîsekî Komara Îslamî bi nasnavê “Reşîdî” berbirû dibe û piştî çend deqeyan, ji aliyê ser ve dibe armanca guleya Reşîdî û demûdest jiyana xwe jidest dide.

Hatiye ragehandin ku hêj tû zaniyariyek ji nasnameya wan hemwelatiyên Ereb, yên ku di roja ceijna Remezanê de birîdar bûne, berdest nine.

Bajarê “Nexil Teqî” ser bi parêzgeha Bûşêhêrê ye û akinciyên wî jî hemû Ereb ên Sunî ne.