Hemwelatiyek Selmasî li girtîgeha rejîma Îranê de canê xwe ji dest da

14:57 - 26 Nîsan 2012
Kurdpa: Hemwelatiyeke bajarê Selmasê ku hukmê tebîda xwe li girtîgeha giştî a bajarê Bokanê de derbas dikir canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya gihîtî bi Kurdpa’yê Şêrzad Xizrî temen 36 sal û xelkê bajarê Selmasê sibêdehiya roja sêşemiyê li girtîgeha giştî ya Bokanê de canê xwe ji dest da.

Şêrzad Xizrî du salan berî niha piştî derbaskirina du salên xwe ên girtîgehê li girtîgeha Selmasê de bi girtîgeha bajarê Bokanê hatibû dûrxistin û li gorî gotina şahidan hefteyekê berî mirina wî, îzn pê hatibû dan ku serdana malbata xwe bike, lê piştî vegeryanê ew xistin nav qerentîneyê de û li encam de li 5’ê Banemerê de wî bi sedema sekteya dil canê xwe ji dest da.