Hêmin Aman bi sedema îşkencekirin di girtîgehê de canê xwe ji dest da

10:46 - 28 Çirriya paşîn 2022

Hêmin Aman ê 26 salî û kurê Ebdulnasir, xelkê gundê “Qurmîş” û rûniştiyê taxa “Mecbûrava”ya bajarê Bokanê di girtîngehê de û di bin azar û îşkenceyan de canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, Hêmin Aman di roja Pêncşemî 26`ê Xezelwerê, di meşa xwenîşandanên seranserî li bajarê Bokanê de, bi sedema teqeya hêzên serkutker birîndar bibû, di sibêdeha roja Înê 27`ê Xezelwerê, hêzên serkutker êrîş kiribûne ser mala bavê wî û ew welatî bi azardan û lêdan, binçav kiribûn.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye: “Hêzên serkutker piştî binçavkirina Hêmin Aman, navbirî bo yek ji girtîgehên Bokanê veguhastibûn û tevî azardan û îşkenceyek gelek zêde, ew welatî bi şokerê îşkence kiribûn.

Wê çavkaniyê ew jî gotiye ku: “Hêzên serkutker bo vergirtina îtirafa bi zorê, Hêmin Aman bo yek ji girtîgehên bajarê Urmiyê vequhastibûn û li wir ji aliyê hêzên serkutker ve dest, pê û serê wî hatibû şikandin û ti cihek wî sax nehêlabû.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: “Piştî canjidestdana Hêmin Aman li girtîgehê, hêzên serkutker roja Çarşemî 2`ê Sermawezê digel bavê wî pêwendî girtibûn ku bo vergirtina termê kurê xwe, serdana girtîgeha Urmiyê bikin.

Rêûresma bi axsipartina “Hêmin Aman”, li jêr çavdêriya çir a hêzên ewlehî de bi rê ve çû û hêzên serkutker ji malbata wî welatiyî gef xwaribûn ku li derheq canjidestdana kurê xwe, ji hevpeyvîn digel ragihandinan xwe biparêzin.