Helbestvanek Ereb yê Ehwazî li bajarê Meşhedê hate binçav kirin

13:43 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa:Helbestvanek Ereb yê Ehwazî piştî pişikdarî li civînek wêjeyî de li bajarê Meşhedê hate girtin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Sêşem berwar 9’ê Tîrmeh “Seîd Omûrî” helbestvanê Ereb yê xelkê bajarê Ehwazê piştî pişikdarî kirin di civînek wêjeyî de û xwendina helbestan li bajarê Meşhedê, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hate girtin û bo zîndana “Wekîl Abad”ya bajarê Meşhedê hate veguhastin.

Helbestvanê Ereb heyamekê beriya niha jibo pişikdarî li civînek helbest xwendinê bo bajarê Meşhedê li parêzgeha Xorasanê hatibû gazî kirin ku roja bihûrî bi bê çi sebebek diyarî kirî hate girtin.

Berê jî çend helbestvanên rexnegir û çalakên ereb ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hetibûn girtin û jibo zîndanê hatibûn şandin.