Hejmarek ji welatiyên xelkê herêma Kurdistanê di avên “Yûnanê” de xendiqîn

18:28 - 17 Îlon 2020

Malpera “Şefeq News” di nûçeyekê de, bas ji binavbûna belema 80 penaber di nav avên welatê “Yûnanê” de kiriye ku hejmarek ji wan penaberane xekê herêma Kurdistanê ne.

Wê malperê nivîsiye: “Termê hejmarek ji penaberên xendiqî di avê de, peyda bûne û hejmarekî din jî bê ser û şûn in.

Ew beleme ji welatê Turkiyê ve bo welatê Îtaliyayê çûye, lê bi sedemekî nexuya di avên welatê “Yûnanê” de binav bûye.

Her di vê derheqê de, Berpirê Damezraweyên Karûbarê Koç û Koçberiyê di Îraqê de ji zarê nûnerê wê damezrawê ji Ewropayê, nûçeya binavbûna wê belemê piştrast kiriye ku ew beleme zêdetir ji 60 penaberî têde bûye ku di nav avên welatê Yûnanê de hatine xendiqandin.

Tê gotin, ew penaberane welatiyên Kurd, Efxanî, Pakistanî, Bengiladişî û Sumalyayî bûne.