Hejmarek ji kolberan li ser sînorê Newsûd û Şûşmê hatine birîndarkirin

17:53 - 18 Nîsan 2022

Êvareya roja Yekşemî 28`ê Xakelêwe, hejmarek ji kolberan li ser sînorê Newsûd û Şûşmê rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî hatin û di encamê de çend kolber hatine birîndarkirin.

Nasnameya çend kes ji wan kolberên birîndarbûyî, bi navên “Hesîb Ezîzî” xelkê gundê “Şimşêr” yê girêdayê bajarê Pawê, “Sasan Xanî” xelkê Selasa Bawacanî û rûniştiyê bajarê Ciwanroyê û “Hebîb” xelkê gundê “Şirwîne” yê girêdayê bajarê Ciwanroyê, Se`idullah Husênî, Namdar Husênî, Mubîn û Mêhdî xelkê bajarê Ciwanroyê hatiye ragihandin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetî bi bê agehdarkirina berê li ser sînorê Newsûd û Şûşmê ew kolberane dane ber gulleyan.

Ew kolberane bi sedema berkevtina gulleyên saçmeyî ji aliyê dest, situ, sîng, ser, pişt û pêyên xwe ve birîndar bûne û bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.