Hejmarek Çalakiyên Çandî li Kurdistanê birêve çûn

15:36 - 13 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Heştemîn civîna rexneyî “Mehek û Nivîskarek” bi beşdariya hejmarek helbestvan û çalakên çandî yên Kurd, li bajarê Kirmanşanê birêve çû.

Civînek teybet bi beşdariya hejmarek helbestvan û çalakên Kurd li jêr navê “Yek Mang, Yek Nûser” bo rexne û lêkdana pirtûka “Çîvokeyl Êvar” li nivîsîna Mohsên Melekî helbesvanê Kurd ê xelkê Kirmanşanê li kulêja huneriya wî bajarî birêve çû.

Di vê civînê de “Mehmûd Şamihemedî, Kiyûmers Beled û Firox Golçînî” weke rexnegirê çandî û herweha hejmareke berçav li nîvîskarên naskirî yên devera Kirmanşanê pişkdar bûn.

\"11516.jpg\"
Her di vê pêywendiyê de pêşangeheke xweşnivîsî ê li jêr navê “Wajêha bi Xet” ji aliyê hunermend “Şemsedîn Muradî” xelkê bajarê Îlamê, hat wekirin.

Hunermendê Kurd bi nivîsîna berhema huneriya xwe mefah li helbestên “Hafiz, Çarînekanî Xeyam, Ez nêzîkim, Xanê Heçtem û Xerîbê naskirî wergirtiye û 2 roj li kafa “Kama” li bajarê Îlamê birêve çû.

Ji aliyeke din ve roja pênşemî berwar 11’ê Adara 2013’an, hejmarek ji hunermend, nivîskar û çalakên koltorî yên parêzgeha Kurdistanê, rêz ji hewl û tekuşîna mamostayê wêjevan “Şerîf Elîrmanî” helbeavan û nivîskarê Kurdê devera Hewraman girtin.