Hejmara kesên binçavkirî yên bajarê Şino gihîşt bi 7 kesan

19:20 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di berdewamiya binçavkirina welatiyan li bajarê “Şino” yê roja Çarşemî 22ê Pûşperê, 2 welatiyên din yên bi navên “Siyamend Keramet” (Alanî) û “Pîrot Tabnak” xelkên gundê “Sîngan” ê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Çavkaniyek agehdar ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku : “Tevî binçavkirina wan 2 welatiyan bi bê hebûna belgeyên yasayî, hêzên ewlehî ew 2 welatî bo cihek nediyar jî veguhastine, “Siyamend Keramet” li nexweşxaneya bajarê “Şino”yê hatiye binçavkirin.”

 “Siyamend Keramet” berpirsê Navenda Tendûristî ya bajarê “Nelos” a girêdayî bajarê “Şino”yê ye.

Heta niha 7 welatiyên din yên Kurd li bajarê “Şino”yê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Roja Çarşemî 22ê Pûşperê, Mamoste “Mihemed Tezade” pêşnimêjê gundê “Bêmzurtê” yê girêdayî bajarê “Şino”yê û “Ebdulrehman Sadiqî” Dêhyarê wî gundî û “Fer`an Îbrahîmî” endamê Şêwreya wî gundi, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.