Hejmara binçavkiriyên bajarê Banê, gehîşte 7 kesan

18:45 - 27 Nîsan 2022

Di berdewamiya binçavkirina çalakvanên kedkar li bajarê Baneyê, roja Sêşemî 6`ê Banemerê du çalakvanên din ên kedkarî yên bi navên “Efşîn Rehîmî û Fatih Mecîdî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîş kirine ser mala wan du welatiyan û hewla binçavkirina wan dan.

Herwisa hêzên ewlehî hewla vekolîna mal û zevtkirina hin ji keresteyên kesîn ên wan du welatiyên Kurd dan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan du welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.

Her di wê derheqê de, roja Sêşemî 6`ê Banemerê, 5 çalakvanên kedkarî yên xelkê bajarê Baneyê ji aliyê hêzên ewlehî ve bi tundûtîjiyê hatine binçavkirin û 4 kes ji wan çalakvanan bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hatine veguhastin.