Hejimarek ji welatiyên herêma Hevşarê hatin binçav kirin

13:52 - 1 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek berçav ji welatiyên gundekî ser bi herêma Hevşara ser bi bajarê Sayin Qela li parêzgeha Azerbaycana Rojava, ji aliyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, berwar 26’ê Şibata 2013’anhêzên Îdareya emakin êrişî ser gundê “Qozlû”a herêma hevşarê kirin û serbari girtin û kom kirina mahwareyan,hejimarek ji xelkê gund binçav kirin.

Çavkaniyek haydar jibilî biştratkirina nûçeyê, bilav kir ku hêzên dewletê azar û ezyeta xelkê herêmê kirine û kesên binçav kirî jibo lêpirsînê bo bajarê Sayin Qela hatine şandin.

çavkaniyê basê vê yekêjî kir ku wilatiyên han jialiyê Îdarya Îttlata bajarê Sayin Qela lêpirsîn ji wan hatiye kirin û paşê bi danina barimteyê hatine azad kirin.

heya dema bilav bûna vê nûçeyê nasnameya kesên ku hatine girtin nehatiye zanîn.

Her wiha çend rojan berî niha 3 wilatiyên xelkê bajarê Kamayaranê li yek ji kolanên wî bajarî ji aliyê Îdareya emakin hatine girtin.