Hejimarek ji Dolar Firoşan li bajarê Tehranê hatin girtin

15:38 - 7 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji dolar Firoş û bazariyên Theranê ji aliyê hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê hatin binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, roja Çarşem berwar 6’ê Şibata 2013’an pitir ji 20 kes li dolar firoşên derdûra kolanên Înqilab û 7’ê Tîr a bajarê Tehranê seva nerazînîşandan bi çûne serê a qîmeta dolar,ji aliyê hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.

Şahidek bûyerê bi nûçegihaniya kurdpaê ragehand: piştî binçav kirina wan kesane, hejimarek berçav ji hêzên Întizamî jibo kontrol û çavdêriya wilatiyan li kolana Înqilab û 7’ê Tîr de hatin cihgir kirin.

Şahidê han eşkere kir ku hêzên Întizamî ên Komara Îslamiya Îranê li tirsê serhildana wilatiyan,li kolanên han de hatine cêhgir kirin.

Li heyamê zêdetir ji 1 heftiya bihorî de li bazarên Tehranê dolar pitir ji 4000 timenan bazirganî pê hatiye kirin û her seva vê yekê piraniya kel û pel û xwardemenî giran bûne.