Hejar Dilsoz bi danîna barimteya 3ê miliyard Tumenî hat azadkirin

17:48 - 1 Îlon 2022

Roja Duşemî 7ê Xermnanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Hejar Dilsoz” temen 28 salî kurê “Elî” xelkê gundê “Zêwke” yê girêdayî bajarê “Pîranşar”ê bi danîna barimteya 3ê miliyard Tumenî, ji girtîgeha bajarê “Nexedê” hat azadkirin.

Ew welatiyê Kurd heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê “Nexed”ê hat azadkirin.

“Hejar Dilsoz” roja Yekşemî 6ê Xermananê, piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Nexed”ê hat veguhastin.

“Hejar Dilsoz” roja Sêşemî 4ê Pûşperê, bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” hatibû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî navbirî hatine sepandin ti zanyariyek ber dest de nîne.