Hegera îdamkirina welatiyeke xelkê bajarê Şinoyê di meha Remezanê de li gorê ye

19:15 - 27 Nîsan 2020

Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Şinoyê yê bi navê “Zurar Peyxamî”, bi sedema kuştina welatiyekî din, hegera lisêdaredana wî di girtîgeha bajarê Urmiyê de, li gorê de ye.

Ew welatiyê Kurd, 3 sal beriya niha, bi sedema şer û şerê dewkî digel welatiyekî din yê bi navê “Kawe Merûfî” (Germênî), bû sedema kuştina wî welatiyê û tirsa lisêdaredanê li ser wî ye.

Welatiyan, çalakvanên medenî û mamostayên olî yên bajarê Şinoyê, piştî nîveroya îro Duşemî li ber deriyê mala bavê “Kawe Merûfî” bo rizayet û lêxweşbûn li wî welatiyê û rizgariya navbirî ji sêdareyê kom bibûn.

Biryar e ku sibêdeha roja Sêşemî 9`ê Banemer, “Zurar Peyxamî” di girtîgeha bajarê Urmiyê de bê îdamkirin.