Heft welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Baneyê bi danîna barimteyê hatine azadkirin

16:22 - 3 Kanûna Paşîn 2022

Roja Yekşemî 12ê Befranbarê, 7 welatiyên Kurd ên bi navên “Ferhad Pizîşkî, Vefa Pizîşkî, Ehmed Pizîşkî, Kamran Pizîşkî, Luqman Pizîşkî, Kerîm Fîrûziş û Osman Mihemedpûr” ên xelkê bajarê Baneyê, bi danîna barimteyê, ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin.

Ew 7 welatiyên Kurd her yek bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Sineyê hatine azadkirin.

Nevbiriyan di heyama rojên derbasbûyî de piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya aÎtila`at a bajarê Sineyê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibûne veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew 7 welatiyanee di heyama binçavkirinê de ji mafê “destpêregihîştin bi parêzer” û “hevdîtin digel malbatên xwe” hatibûne bêpar bûne.

Roja Pêncşemî 20ê Xezelwerê, ew 7 welatiyane bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sineyê hatibûne veguhastin.

Heta belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li ser wan 7 welatiyên xelkê bajarê Baneyê hatine sepandin ti zaniyariyek serast  ber dest nîne.