Heft endamên kempêyna “Jiyaneveya Kurdistan”ê cezayê girtîgehê ji wan re hat birîn

12:34 - 20 Gulan 2022

 “Merziye Muradveysî, Sîrwan Ebdulahî, Eta`ula Reza Rebab, Mehdî Seyfî, Ferdîn Rehîmî, Qan`i Xatirî û Elî Elaveysî” endamên kempêyna “Jiyaneveya Kurdistan”ê ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê “Sine” bi serokatiya dadwer “Se`îdî” li ser hev bi 14 sal girtîgehê hatine cezadan.

Dadgehê ew 7 welatiyên Kurd bi tohmeta “piropagende li dijî nîzamê” û “hevkarîkirina digel yek ji partiyên kurdî ên dijberên hikûmeta Îranê” û “pêkanîna kempêyna jiyaneveya Kurdistan”ê tohmetbar kirine, û pêka vê cezayî her yek ji wan “Merziye Muradveysî, Sîrwan Ebdulahî, Mehdî Seyfî, Ferdîn Rehîmî, Qan`i Xatirî û Elî Elaweysî” bi du sal girtîgeha te`zîrî hatine cezadan û “Eta`ula Reza Rebabî” bi du sal girtîgeha te`lîqî ceza daye .

Ew cezaya roja Pêncşemî 29`ê Banemerê ji wan 7 welatiyan re hatibû ragihandin.

Kombûna pêragihîştina bi tohmetên wan 7 endamên kempêyna “Jiyaneveya Kurdistan”ê li rêkefta 23`ê Reşema sala 1400`an a Rojî li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê “Sine” hatibû lidarxistin.

Ew 7 welatî li  meha Banemera sala derbasbûyî, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçav kirin, û piştî bidawî hatina heyama lêpêçînnê, bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehî kirinê hatibûne azadkirin.