Hêdî Şadîxa, bi danîna barimteya 300 miliyon Tumenî li girtîgeha bajarê “Şino”yê hat azadkirin

18:07 - 13 Tebax 2022

Roja Pêncşemî 20`ê Gelawêjê ciwanekî Kurd yê bi navê “Hêdî Şadîxa” xelkê gundê “Sîngan” yê girêdayî bajarê “Şino”yê, bi danîna barimteya 300 miliyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Herwisa ew welatiyê Kurd heta dema dadgehî kirinê bi awayek demkî hatiye azadkirin.

“Hêdî Şadîxa” piştî bidawî hatina heyama lêpêçîna wî di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha bajarê “Şino”yê hatibû veguhastin.

Roja Çarşemî 12ê Gelawêjê, ew ciwanê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd hatine sepandin, ti zanyariyek serast ji ber dest tune ye.