Hebîbullah Gulperî Pûr, girtiyê siyasiyê Kurd hate sêdaredanê

17:32 - 26 Çirriya pêşîn 2013
ajansa Kurdpa: Hebîbullah Gulperî Pûr, hewsiyê siyasiyê Kurd paşî 4 salan ragirtin li girtîgehê, li incam li girtîgeha sêntrala Ormî hate sêdaredanê.

Yekik ji advokat-parêzerên Hebîbullah Gulperî Pûr, xêncî erênî kirina vê nûçê raguhand: saet 12ê şeva borî, li girtîgeha sêntrala Ormî hate sêdaredanê.

Bi gotina serekaniyik agadar, termê vî girtiyê siyasî, niha li nexweşxana şarê Ormiyê hatiye ragirtin û malbat û kesên navbirî, ber derê nexweşxana vî şarî kom bûne.

Hebîbullah Gulperî Pûr, 29 salî û ji dayik bûyê şarê Sinê, li payîza sala 1388 li şarê Mihabad hate girtin û paşî 3 heyv ragirtin li dezgeha ewlehiya şarê Mihabad, li incam de ji aliyê şaxa 1a dadgeha inqilaba vî şarî bi tawana alikarî tev yekik ji partiyên Kurdî, bi sêdaredanê hate mehkûm kirin.

Bi hinde hewla advokat-parêzerên navbirî, dadgeha pêdeçon û dadgeha bilinda welatê Îran, ev hukum piştrast kir û li incam, paşî 4 sal îşkence û ragirtin li girtîgehê, li girtîgeha sêntrala Ormî, hukmê sêdaredanê bi rê ço.