Hebîbolah Golperî gefa cîbicîkirina hikmê îdama wî hate kirin

17:41 - 14 Nîsan 2012
Kurdpa: şeş kes ji berpirsyarên îdareya îtilaata hikumeta Îslamî ya Îranê çûne girtîgeha Simnan û gefa cîbicîkirina hukmê îdamê li Hebîbolla Golperî pûr girtiyê siyasî ê Kurd kirin.

Nûçegihaniya Hirana bilav kir ku 23’ê Xakelêwe hijmarek ji meimurên îdareya Îtilaaetê, ew zîndaniyê Kurd ji nişkêve birine beşa Hifazeta Îtilaatê a girtîgeha Simnanê û bi wî ragehand ine ku li şend rojên borî de hukmê wî birêve birine.

Pêştir jî hevbendiyek bi navê Hebîbollah Gulperîpûr bi nûçrgihaniaya Kurdpa ragehand ku di dema veguhastina hebîbollah bo jora takekesî a girtîgeha Urmiyê, ji aliyê berpirsyarên girtîgehê ve ketiye ber lêdan û sivikatiyê.