Hayamê 7’rojane çarenivîsa Rojnamenivîsek Kurd nediyare

12:51 - 21 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Heyamê 7’rojane çi xeber û zaniyariyek li ser çarenivîsa “Madih Nezerî”rojnamenivîsê xekê bajarê Sinê û Sernivîsê heftenameya “Dîdgah” li ber dest de niye.

Şîwa Nezerî xanima rojnamenivîsê Kurd li pêywendiyek telefonî de tewî piştrast kirina nûçeya han, ew nûçe bi ajansa kurdpaê ragehand: Heyamê 20 rojan beriya niha ji aliyê Îdareya Îttlat a bajarê Sinê bi telefonê hatiye haydar kirin û gef jê hatibûn xwarin.

\"11186.jpg\"
Xanima Nezerî got: Hereşe û gazî kirina Madih li demekê deye ku navbirî tenê karê ferhengî û rojnamenivîsiyê dike. Navbirî anî ziman ,ku çendin car serdana nawendên ewlekarî yên dewletê kiriye, lê heya niha çi bersivek li ser rewş û çarenivisa Madih pê nehatiye ragehandin.