Hatinûçûnkirina li sînorê bajarê Pawê, hatiye qedexekirin

17:51 - 25 Gulan 2022

Kanalên Telegramî ên xwecihî li bajarê Paweyê belav kirine ku, li roja Çarşemî 4`ê Cozerdanê hatinûçûnkirina li sînorê Paweyê heta demek nexuya qedexe hatiye ragihandin.

Herwisa wan çavkaniyan nivîsandine: “Li sînorê Paweyê, kolberan mafê hatinûçûnê nîn in”

Her di vê derheqê de, Kanalên xwecihî yên Telegramî nivîsandine: “Berpirsiyaretiya kuştina wan kesên ku hatinûçûna li sînorê Paweyê dikin li stûyê wan bi xwe ye”.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar di vê barê de, sedema daxistina sînorên Paweyê heta demek nexuya, bi rêkxistina wan sînoran ji aliyê dewletê ve girê dane.