Hatina Renî canê 3 Kolberên Kurd li herêma Ormî de jê sitand

23:09 - 14 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: li sedem rênî hatin li ser sînorên Ormî-Tirka de 3 Kolberên Kurd canê xwe ji dest dan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja borî li serhedên sînorê Ormî-Tirka de befrik giran barî û renî hatin canê 3 Kolberên Kurd jê stand.

Raportêrê Kurdpa li Ormiyê xencî erênî kirina vê nûçe ragihand: 3 kolberên Kurd bi navên Pervîz Dêhqan kurê Reşîd, Ziyad Dergeyî kurê Sidîq û Hesen Dergeyî kurê Sidîq li ciyik bi navê “ çiyayê Şehîdan” de ku li tenişt ser sînorê Tirkaye bin befr û bageran û hatina Renî canê wan jê distîne.

Ev welatiyane ji xelkê gundê “ Pîrancix”a ser bi dewera Soma biradost bûn ku bi hegera sir û seqema hewa û bagerê rêka xwe inda kiribûn, canê xwe ji dest dan.

Li doma raportê de hatiye: termê Hesen Dergeyî ji aliyê xelkên wir li nawa befrê de hatiye peyda kirinê.

Li wan çend rojên borî de li Ormî û dewerên dorê de nêzî 1.5m befir ketiye .

Pêşde li 7ê vê heyvê de jî li sedem hatina Renî de li dewera Tirgewera Ormiyê de, 2 Kolberên Kurd bi navên Ferheng Fettahî, 17 salî kurê Nayîb û Yasir Ensarî Nijad 22 salî kurê Siraceddîn, canê xwe ji desta dane.

Rewşa aloza aborî û cî nedan bi welatiyên Kurd li postên fermî li binke û dezgehên hukûmî de li parêzgeha Azerbaycana rojava bûye sedem ku li roj de welatiyên Kurd tên kuştin û birîndar kirin li ser sînoran û şarên Herêma Kurdistana Êraqê ku ber berev kirina pêjîna jiyana xwe bi Kolberî û Karkerî li wan herêman de bixebitin.

Li heywên dûmahiyê de pitira welatiyên Kurd û nûnerên meclisê daxawaza bijartina parêzgarik Kurd bo Ormiyê hebûn ku xwesta wan hate red kirinê heya li 35 salên birî de fermana Parêzgariyê her wek pêş li destê hevwelatiyên Tirk debe.

Gorekî statîstîkên nefermî, nêzî %60a xulyaqeta parêzgeha Azerbaycana rojava ji xelkên kurdin.