“Haşim Xuran” bi du sal û şeş meh girtîgehê hat cezadan

13:36 - 25 Adar 2022

Taya 1 a dadgeha bajarê “Şino” bi serokayetiya dadwer “Rezayî” welatiyek Kurd ê bi navê “Haşim Xuran” xelkê gundê “Aliyan” ê girêdayî bi devera “Deştebêl” a bajarê “Şino”yê bi 2 sal û 6 meh girtîgehê hat ceza da.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê Kurd roja Yekşemî 22ê Reşeme sala 1400an a Rojî, li taya 1 a dadgeha şorişa bajarê “Şino” yê hatibû lidar xistin û dadgehê navbirî bi tohmeta “hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî” bi 2 sal û 6 meh girtîgehê ceza da.

Roja Çarşemî 6ê Gelawêja 1400an a Rojî, “Haşim Xuran” bi danîna barimteya 500 miliyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema dadgahîkirinê ji girtîgeha bajarê “Şino” hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd di heyama binçavkirinê de ji “mafê hebûna parêzer û û hevdîtin digel malbata xwe” hatinû bêparkirin.

Roja Pêncşemî 3ê Pûşperê, hêzên ewlehî êrîşkirine ser gundê “Aliyan”ê û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî “Haşim Xuran” binçavkirin û navbirî bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê “Urimiyê” veguhastibûn.

Hêzên ewlehî di dema binçavkirina wî welatiyê Kurd de mala navbirî vekolîbûn û hindek ji keresteyên kesîn ên navbirî digel xwe biribûn.

“Haşim Xuran” piştî bidawîhatina lêpêçîna wî, bo girtîgeha bajarê “Şino”yê hatinbû veguhastin.