“Haşim Muradî” bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin

17:09 - 12 Şibat 2022

Roja Çarşemî 20`ê Rêbendanê, welatiyek Kurd ê bi navê “Haşim Muradî” temen 39 salî, kurê “Mistefa” û xelkê gundê “Şînavê”ya ser bi bajarê Pîranşarê, bona cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hate veguhastin.

 “Haşim Muradî” dawiya meha Befranbara sala 1399`an, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Pîranşehrê, bi serokayetiya dadwer “Ebdullah Aqayî” bi tohmeta “hevkarîkirina digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

 “Haşim Muradî” dawiya meha Xezelwera sala derbasbûyî, piştî gazîkirin bo îdareya Îtila`ata bajarê Pîranşehrê hatibû binçavkirin û roja Şemî 8`ê Sermaweza heman salê piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, navbirî bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.