Hadî Mihemedzade piştî bi dawîhatina heyama cezaya xwe hate azadkirin

16:33 - 27 Kanûna pêşîn 2020

“Hadî Mihemedzade” endamê girûpa çiyagerî ê “Helo”ya ser bi bajarê Seqizê piştî bi dawîhatina heyama cezaya xwe ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew endamê girûpa çiyagerî ê “Helo”ya ser bi bajarê Seqizê, roja Duşemî 6ê Gelawêja îsal bo derbaskirina heyama cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Seqizê hatibû veguhastin û roja Çarşemî 19ê Sermawezê ji wî girîgehê hate azadkirin.

“Hadî Mihemedzade” meha Xezelwer a sala 1398an bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê ji rêya belavkirina tiraktan ve” ji aliyê dadseraya giştî û şoreşî a bajarê Seqizê ve bi 8 mehan girîgeha teizîrî digel hejmarkirina rojên binçavkirina wî hatibû cezadan ku ew cezaye jî piştî “teslîm bi r`eî” bi 6 mehan girtîgeha teizîrî hatibû kêmkirin.

Ew endamê girûpa çiyagerî ê “Helo” di dadgehê de li derheq tohmeta ku bi ser wî welatiyê hatibû sepandin (endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê) bê tawan hatibû nasîn.

Pûşpera sala 1398an, “Hadî Mihemedzade” digel endamekî din yê girûpa çiyagerî ê “Helo”yê bi navê “Fayeq Yusifî” bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” hatibûne binçavkirin.