“Hacer Seîdî” bi 5 sal heps hate cezadan

18:19 - 13 Tebax 2020

Roja Çarşemî 22`ê Gelawêj, cezaya 5 sal hepsa te`ilîqî bo heyama 4 salan ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve bi “Hacer Seîdî” çalakvana mafê jinan re hate ragihandin.

Kombûna dadgehîkirina wê çalakvana Kurd, roja Çarşemî 15`ê Gelawêjê, di taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê de bi serokayetiya dadwer “Seîdî” bi rê ve çû û dadgehê navbirî bi “Endambûn digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê, beşdarî ji kombûna neyasayî û pêwendî digel çalakvanên kedkar” tohmetbar kiriye.

Ew jina çalakvana mafê jinan, di kombûna dadgehîkirina wê de, hemû tohmetên ku bi ser wê de hatibûne sepandin ret kiribû.

Li gor cezaya ku di dadgehê de hatî sepandin, “Hacer Seîdî” dibe her çar mehan carekê xwe bi îdareya îtila`ata bajarê Sineyê bide nasîn.

Roja Çarşemî 4`ê Pûşper, “Hacer Seîdî” piştî 18 roj di girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Sineyê de bi danîna “kefalet”ê hate azadkirin.

Ew çalakvana mafê jinan, di dehemîn roja binçavkirinê de bo benda “Niswan” a girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hatibû veguhastin. Navbirî di dema binçavkirinê de heya niha ti pêwendiyekî telefonî û çavpêketin digel malbata xwe nebûye.

Roja Yekşemî 18`ê Cozerdan, hêzên Wezareta Îtila`atê êrîş kirine ser mala wê çalakvana Kurd û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî navbirî binçavkiribûn. “Hacer” li derdora roja cîhanî a kedkaran, ji aliyê îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê ve hate gazîkirin û lêkolîn digel wê hate kirin.