Gulleyê jehrî ya spah paşî 8 salan canê welatiyik Kurd jê stand

12:02 - 17 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd li Pîranşar, paşî nêzî 8 salan ji şêlikiya sipah bi wî li kombûnik protestoyî, canê xwe ji dest da.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, roja Sêşema vê heftiyê, welatiyik Kurd bi navê Mehmûd Şîrî, kurê Rehman, li presyik dirêja nexweşiyê li şarê Pîranşar de canê xwe ji dest da.

Serekaniyik agadar û nêzî malbata xwedî tazî bi erênî kirina vê raportê bi ajansa Kurdpa got: li heyva Isfenda sala 1384 de, hejmarik ji xelkên Pîranşar li reaksiyona hember kuştina Kolberik Kurd bi navê Fayiq Recebî dest dan bi protesto kirinê ku li vê demê de milîtarên sipaha pasdaran bi şêlikî hêşrişî ser protestokeran kirin û bûn sedema birîndar bûna Mehmûd Şîrî.

Wî ku nexwest navê wî eşkere be , zêdetir got: ji 7 sal û 9 heyvan pêş niha ev welatiyê Kurd li livîna nexweşiyê de bûye û zêde ji hinde serdan bi senterên midîkalên Îranê lê tûşî formik ji seqet bûn û man li malê de bû.

Serekaniya navbirî dibêje ku Mehmûd Şîrî bi gulleya jehriya sipaha pasdaran bi vê rewşê tûş bûye û analîzên midîkal vê daiwê red nakin.

Serekaniya nûça Kurdpa li incam de got: heya niha bi caran serdana dezgehên dadeweriyê ser dana şikayet kirine lê bi hegarea hindê ku ku aliyê din binkeyik milîtarî-asayişiye, Bersiva me nadin.

Roja borî, 22ê Aban, welatiyê Kurd ku 8 sal pêş bi derba gulleya milîtarên hukûmî birîndar û seqet bibû, paşî analîza term li duxtoruya dadeweriya Pîranşar, li goristana vî şarî de bi xake hate sipardin.
\"16788.jpg\"

\"16786.jpg\"

\"16787.jpg\"

\"16789.jpg\"

\"16791.jpg\"

\"16790.jpg\"

\"16792.jpg\"

\"16793.jpg\"

\"16794.jpg\"