Guleştwanekî bajarê Kirmanşanê bi sedema qutbûna demareke laşê wî, cane xwe ji dest da

12:48 - 6 Gulan 2021

Werzîşvanekî temen 21 salî xelkê bajarê Kirmanşanê bi navê “Elî Dilfanî”, guleştvan û endamê tîma netewî ya “Nebihîz”a Îranê, di dema rahênana guleştê de, bi sedema qutbûna demareke laşê wî, canê xwe ji dest da. 

Ew wezîşvanê Kurd ku xwe bo kêbirkêya cîhanî ya guleştê li welatê Turkiye amade dikir, di dema rahênanê de li tîmeke taybet li bajarê “Sehne” ya ser bi parêzgeha Kirmanşanê, rastî qutbûna demara stu hatibû.

 “Elî Dilfanî”, piştî 10 rojan hewla pizîşkên nexweşxaneya Taliqanî li bajarê Kirmanşanê bona çaserkirina pirsgirêka vî, li roja Sêşemî 14`ê Banemerê, cane xwe ji dest de.

 Cihgirê Geşepêdana werzîş li "Îdareya Giştî ya Werzîş û Ciwanên li Parêzgeha Kirmaşanê di vê derheqê de got: “Pêka rewşa koronayê li parêzgeha Kirmanşanê, ti tîmeke werzişî mafê çalakvaniyê nebûye, lê berwajiyê biryara stada parêzgehê, ew çalakvaniye bi rê ve çuye.