“Gulale Muradî” dest avêt bi gireva birçîbûnê

17:15 - 15 Şibat 2022

Roja Duşemî 25`ê Rêbendanê, welatiya Kurd ya bi navê “Gulale Muradî” xelkê bajarê Pîranşarê, bona nîşandana nerizayetiya xwe derheq qeder û pêrenegihîştina bi dosyeya wê, li benda jinan a girtîgeha bajarê Urmiyê dest avêt bi gireva birçîbûnê.

Yek ji xizmên “Gulale Muradî” ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Gulale Muradî” piştî bersivnedana daxwazkariyên wê, ji aliyê berpirsên peywendîdar ve, gireva birçîbûnê girt.

Ji roja Şemî 28`ê Banemerê ve “Gulale Muradî” di girtîgehê de ye û di wê heyamê de ji destpêragihîştina bi parêzer bêpar bûye û heta niha nehatiye dadgehî kirin.

Hêzên ewlehiyê ew welatiya Kurd  bi“hevkarî kirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” tohmetbar kirine.

 “Gulale Muradî” di heyama binçavkirinê de, tevî lêxistin û îşkencekirinê, bona wergirtina îtirafên bi zorê, di bin givaşan de bûye.

Sibêdeha roja Şemî 28`ê Xakelêweyê, hêzên ewlehiyê “Gulale Muradî” tevî du zarokên wê yên bi navên “Metîn Bezazî” û “Tahir Bezazî” hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê ya li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Ew sê welatiyên Kurd piştî kuştina endamê Spaha Pasdaran yê bi navê “Osman Hacîhusêynî”, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûne binçavkirin û zarokên “Gulale Muradî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgehê hatine azadkirin.

 Li Cozerdana îsal, “Gulale Muradî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê ya li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha Navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.