“Gulale Muradî” bi girtîgehê hat cezadan

17:34 - 5 Çirriya paşîn 2022

“Gulale Muradî”, welatiya xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê taya 3 a dadgeha keyferî ya 1 a li bajarê Mihabadê, bi girtîgehê hat cezadan.

Li gorî cezaya ku li dijî “Gulale Muradî”yê hatiye sepandin, di meha Xermanana îsal de, Gulale bi tohmeta beşdarî kirin li kuştina bizanebûn a “Osman Hacîhusênî” bi 10 sal û rojek girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan ku bi lêxweşbûna malbata xwediyê kuştî, dadgehê bi piştgirêdan bi benda elif ya madeya 37 û benda elif ya madeya 38, li yasaya cezayên îslamî pesendkiriya sala 1392`an, cezaya 10 sal û rojek girtîgeha te`izîrî ya “Gulale Muradî”, du car kêm kirin bi 4 sal girtîgeha te`izîrî û bi hejmarkirina heyama binçavkirina berê, hat cezadan.

Roja Yekşemî 4`ê Banemerê, “Gulale Muradî”, piştî salek û 7 rojan bi awayek demkî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû azadkirin.

Roja Duşemî 25`ê Rêbendana sala derbasbûyî, “Gulale Muradî” bona nîşandana nerizayetiya xwe derheq çarenivîs û pêrenegihîştin bi dosyeya wê, li benda jinan a girtîgeha bajarê Urmiyê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

“Gulale Muradî” ji roja Şemî 28`ê Xakelêweya sala 1400`an a Rojî ve, heyamekê bi awayek nexuya di girtîgehê de bû û di wê heyamê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

“Gulale Muradî” di heyama binçavkirinê de, tevî azar û îşkencekirinê, bona wergirtina îtirafên bi zorê, berdewam di bin givaşê de bûye.

Sibêdeha roja Şemî 28`ê Xakelêweya sala 1400`an a Rojî, hêzên ewlehî “Gulale Muradî” tevî du zarokên wê yên bi navên “Metîn Bezazî” û “Tahir Bezazî” binçav kirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê ya li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Ew sê welatiyên Kurd piştî kuştina endamê Spaha Pasdaran yê bi navê “Osman Hacîhusêynî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û zarokên “Gulale Muradî” piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgehê hatine azadkirin.

Meha Cozerdana sala derbasbûyî, “Gulale Muradî” piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê ya li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.