“Gulale Muradî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:14 - 24 Nîsan 2022

Îro Yekşemî 4`ê Banemerê, “Gulale Muradî” welatiya xelka bajarê Pîranşehrê, piştî salek û 7 rojan bi awayek demkî bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiya Kurd bi danîna barimteya 400 milyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê bi awayek demkî hate azadkirin.

Roja Duşemî 25`ê Rêbendana sala derbasbûyî, “Gulale Muradî” bona nîşandana nerizayetiya xwe derheq çarenivîs û pêrenegihîştin bi dosyeya wê, li benda jinan a girtîgeha bajarê Urmiyê dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Hêzên ewlehiyê ew welatiya Kurd bi “hevkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” tohmetbar kirine.

“Gulale Muradî” di heyama binçavkirinê de, tevî azar û îşkencekirin ji bo wergirtina îtirafên bi zorê, berdewam di bin givaşê de bûye.

Sibêdeha roja Şemî 28`ê Xakelêweya sala 1400`an a Rojî, hêzên ewlehî “Gulale Muradî” tevî du zarokên wê yên bi navên “Metîn Bezazî” û “Tahir Bezazî” binçav kirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê ya li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Ew sê welatiyên Kurd piştî kuştina endamê Spaha Pasdaran yê bi navê “Osman Hacîhusêynî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û zarokên “Gulale Muradî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgehê hatine azadkirin.

Meha Cozerdana sala derbasbûyî, “Gulale Muradî” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê ya li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.